Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Teksê tevayî yê peyama Rêberê Şoreşê Îslamî ji bo gelê Îranê li ser tefahimnama serokên Îran û Amerîkayê belav bû, ku wiha ye:
Bismillahirrehmanirrehîm
Miletê qehreman û wifadar ê Îranê
Wek hûn agahdar bûn, tefahimnameyek di navbera serokên Îran û Amerîkayê de hatiye îmzekirin. Di rêya gihîştina vê qonaxê de, berpirsiyarên mijarê, bi xêrxwazî û niyeta baş, gelek hewildan xistin holê; herwiha, ew serokê Amerîkayê bû ku ji bo vê karê, bi şertê neçarî, ji cûrbecûr amûr û fêlên zextê sûd wergirt.
Min, nêrîneke din hebû; lê ji ber peymanê ku serokê hêja, wek serokê Şûraya Bilind a Ewlekariya Neteweyî, ji alî xwe û endamên din ve, di parastina mafên gelê Îran û cebeheya berxwedanê de ji min re da û bi eşkereyî berpirsyariyê li ser xwe girt, destûra wê min pêşkêş kir. Wî her weha eşkere kiribû ku heke aliyê Amerîkî bixwaze xwe bi daxwazên zêde û neheq bigihîne, ew ê li ber wan nekevin. Ji vê kêliyê pê ve, em, ango hûn gelê serbilind û ez ev xizmetkarê biçûk, li benda pêkanîna şertên gotî ne. Lê eşkere ye ku gotûbêjên rubi ruyî ku di paşerojê de dê bên, maneya pejirandina nêrîna dijmin nake. Em hêvîdar in ku duaya xêr a serûwerê me Hz.Îmam Zaman(Xweda Li zuhora Wî lez bike)— عجّلاللهتعالیفرجهالشّریف — cûrbecûr alîkarî û serkeftin û fethan bîne bo gelê serreqê ya Îranê.
Wesselam aleykum û rehmetullahi û berekatuh
Seyîd Mûçteba Huseynî Xaminêyî
28ê/Xezeran/1405- 18/Hezîran/2026
...........
/Dawiya Nûçeyî
Your Comment